Bume Kor

Bume Kor

ISBN: 9786056392658

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Ev roman, di tarîxa edebiyata vê sedsalê de merhale-yek e." A André Rousseaux Di vê romana di dest xwe de jî em pêrgî Hidayetekî dîtir dibin. Ligel ku piraniya çîrokên wî realîzmeke xurt dihundirînin jî (jixwe vê yekê, ew di wêjeya nûjen ya Îranê de li cihekî bijare bi cih kiriye), livbazî û bûy-erên Bûmê Kor li derveyî zemên û mekên in. Yên ku bû-yeran parvedikin kesên tîpîk in; a rast, varyasyonên tî-pekî ne ku ketiye dilqê şexsên dîtir; van şexsan, li gor zagonên mîtîk ên derûnî vediguhêzin hevdu ? neqlî hev dibin. Di eslê xwe de, bav, mam, ajoyê erebokê, gorvan, kalemêrê xurdefiroş û lehengê romanê heman kes in; keçika efsûnî, bayader û jina leheng a qehpik jî heman kes in. Jiholêrakirina zemanê normal jî girêdayî vê yekê ye; zemanê niha û zemanê bihurî, mîna bîra-nîn, xewn û xeyalan bi hevdu ve mehiya ye. Mesûli-yetek di navbera sedem û encamê de nîne ? mantiqê di çîrçîrokan de wan bi hevdu ve girê dide. Lê belê, ligel vê yekê jî, bûyera vê romanê jiyaneke rasteqîn destnî-şan dike. Tirs, bêrîkirin, hêvî û bêhevîtiyên di vê bûye-rê de, pişkî dişibe yên ku ji berê de di çarenûsa însên de hene. Bozorg Alevî

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş