Bîşenga Deşta Dûr

Bîşenga Deşta Dûr

ISBN: 9789756179198

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Kawa Nemir - Helbestkar, wergêr, nivîskar û edîtor. Di sala 1975an de, li Îdirê ji dayîk bû. Li Zankoya Hacettepeya Enqereyê û li Zankoya Stenbolê demekê Ziman û Wêjeya Îngilîzî xwend. Piştî ku di para Ziman û Wêjeya Yewnaniya Kevin a heman zankoyê de du salan xwend. Edîtoriya kovara mehane ya bi navê Jiyana Rewşen a çandî, hunerî û wêjeyî kir, di pey re jî, edîtoriya kovara Rewşen-Nameyê. Di sala 2003yan de, weşanxaneyeke bi navê Bajar damezirand. Wî heya roja îro birrek helbestkar, çîroknûs û şanonûsên bijarte yên ji wêje û şanoya Îngilîz, Emerîkan, Îrlandî û Tirk kiriye malê zimanê Kurdî. Bi tenê ji Îngilîzî bo Kurdî ji 5000î zêdetir helbest wergerandiye Kurmancî. Pirraniya dema xwe, xerîkî xebatên li ser helbestê, dîroka wêjeyê û wergerê ye. Niha di Weşanxaneya Lîsê de edîtorê rêza Romana Kurdî û Klasîkên Cîhanê ye. Pirtûkên wî yên çapbûyî: 1-Gilgamêş û Çend Mythosên Din, mîtolojî, werger, Weşanên Jiyana Rewşenê, 2000 2-Mirin Niqutî Dilê Firokevanekî Îrlandî, William Butler Yeats, helbest, werger, Weşanên Sî, 2002 3-Selpakfiroş, Helbest, Weşanên Rewşen-Nameyê, 2003 4-Pêşengno! Lo Pêşengno!, Walt Whitman, helbest, werger, Weşanên Bajar, 2004 5-Welatê Bejî û Deh Koroyên The Rockê, T. S. Eliot, helbest, werger, Weşanên Bajar, 2004 6-Ji Çîn û Maçînê + Hemû Berhemên Helbestî yên T. E. Hulme, Ezra Pound & T. E. Hulme, Helbest, werger, Weşanên Bajar, 2005 7-Sisli Şehir, Jan Dost, roman, werger, Weşanên Beybûn, 2006 8-Bîşenga Deşta Dûr, Helbest, Weşanên Lîs, 2006 9-Pûşpera Gêlazan/Kirazların Haziranı, Mehmet Çetin, helbest, wergera wê li gel Lal Laleş, Weşanên Lîs, Rêbendan 2008 10- Salname, Helbest, Weşanên Lîs, 2009

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş