Bihuşta Lal

Bihuşta Lal

ISBN: 9789944382007

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Muawên bi rêkatine otobusê re li bayê bezê xwe çengi destikê deriyê dawiyê dikir, lingê xwe yî çepê diavetê aliyê hundir ser pêtikê, yê rastê jî li derve di valhiyê de li ba dikir. Car caran qewta xwe yî bi destikê derî ve dida, ser û sîngê xwe di deriyê nîvvekirî re dirêjî derve dikir û bi dengekî aza bang dikir: Diyarbekir! Diyarbekir!' Otobus hêdî hêdî di ber Ziyareta Darburê, di ser Kaniya Kulêbe re, li ser riya axînî, di nav toz û dixanê de dibû wek gilokek ewr, Dêrik li pêy xwe dihişt û diçê.Di ber Kevirê Kerr re derbas dibê, di Kaşê Ziyareta Xêratkê re bi ser Garê Rezê Dêwid diket, di ber Gundê Taşitê û di nav Gundê Deşanê re dibihurî, di Deştegewrê re qiyameyî Kaşê Şermixê dibû û di ber BendÛ Rezan re dikete nava Qezaya Şermikê. Piştî bêhndayînekê di ber Gundê Tawisiyê re xwe digihande Avgewr, di nav Qezaya Çinara Avî re dibihurî û di rexê Şetê Dîcleyê re qiyameyî nava Bajarê Diyarbekrê dibû.

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş