Berbıska Zer

Berbıska Zer

ISBN: 9786257568746

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

“Ka raweste Sînem, tu wisa bi lez û bez wek berikê birûskê diçî ku?”“Zînê, xwîçêgorî, ka were were, ez jî tam li yekê digeriyam, tu zanî, dîsa min eynî xewn dît, şevê dî jî…”“Sînem, tu ji qesta hin mezin dikî meseleyê li ber çavên xwe…”“Na na..” got Sînemê, destê xwe da guliyên xwe, bi ser Zînê de vegeriya, ji deriyê Kafeya Dadê ewa li devê darêzxaneyê ku hema her roj dihatinê re kete hundir, bi çavên xwe maseyeke veder îşaret kir, Zînê rûnişt, Sînem jî li hemberî wê rûnişt, çentika xwe ji milê xwe derxist, danî ser maseyê, berê xwe da berkar, bi îşareta tiliyan du çay xwestin, paşê dîsa li Zînê vegeriya, kenekî sar li ser rû nişt û got,“Zînê, ez zanim ji bo we ecêb tê, normal e jî, lê xewn ji bo min xwedan maneyekê ne, ez bawer dikim mesajek tê de heye, ê, ka bêje em kengî diçin gundê te behs jê kirî?”

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş