Asıngerê Kor

Asıngerê Kor

ISBN: 9786257568012

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Çi caran bi xeribiyê ne lorîneJiber ku jiyan bi xwe xerîbî yeMa kengî te xwe nas kîrîye?Vêcar xembar nebeÇûnkî dê xerîb di şopên xwe da vegerî.Wan hevokan ez bi xwe ra birim û mijûl kirim. ji nû geham bawerê, ku yadewerîyênzarokatiyê heta mirinê ji bîra mirovî naçin. Ew bajêr ketîbû di xewek kûr da, bê deng bû, şev daketibû nivaduwê, gelek kêm ronahiyaçiraxan di penceran ra dihat diyar kirin, piraniya avahiyan weke xêwên reş xuya dikirin, çi tiştdi wan cadeyan da ne dihatin dîtin, tenê hinek caran kitikek yan jî tûleyek bînanî pêlek reşdibûrî û di goşeyên wan kolanan da winda dibû. Gaziyên hinek pepûkan ji dûr, ji aliyêxorhelatê ve têper dibûn û ez ji ser ta pêyan vedilerizandim.Li ber derê mala xwe rawestiyam, pêlek sar weke ava berfê qerisandim, ji ser ta pêyanvelerizîm, dilî zenga tirsê lê xist û bê deng jenî. Min destek xwe dirêj kir dergêh ku bikutim, lêdestê xwe paşda vekişand û di naxê xwe da bi xwe ra peyivîm: Ma çima ez dê, Yasemînêyan dayika xwe ya belengaz ji xew hişiyar bikim?. Li vê nîvşevê ne ku bitirsin, hema baştir exwe di ser dîwêr ra bihavêjim di hewşê da û hêdi biçim di mal da!.

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş