Kitap Hakkında
Nêrgizê destê xwe ber bi Çiyayê Varîçê ve dirêj kir û ji Adarokê re got:“Keça min, tu dibînî berf hinekî din jî heliyaye. Bila hinekî din jî bihele, em ê wê çaxê dîsa bi hev re biçin Adarokê.”Adarokê ji diya xwe pirsî:“Dadê, berf heta ku derê bihele em ê biçin Adarokê?”Nêrgizê got:“Keça min, dema ku reşahî gihîşt Girê Berxan, em ê wê çaxê biçin. Tu dibînî jixwe zehf nemaye.”Adarokê dîsa ji diya xwe pirsî:“Dadê, ma çima em niha naçin Adarokê?”Nêrgizê got:“Keça min, niha zû ye. Hewa hê jî sar e. Her tişt di wextê xwe de xweş û baş e. Ka were em herin, ez niha porê te şeh bikim û ji te re behsa Adarokê bikim.”
Yazar
Yazar
Mehmet Nuri Tanış
Profili Görüntüle
1 kitap
Değerlendirmeler (0)
Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız
Giriş YapHenüz değerlendirme yapılmamış
Okuyanlar (0)
Henüz kimse bu kitabı eklememmiş