Kitap Tanıtımı |
Nabejim xaniye xwe, niha ji ve "xwe"ya hane pir aciz im, Xwe... Xwe... Xwe. Çiqasi je bi nefret im. Eger bikarim we di zimane kurdi de nahelim u davejim. Bila ew u sedemen afirandina we ji hilweşin. Ew pir hestigiran u rureş e bi taybeti ku pişti navan te, bi baweriya min di hemu zimanan de cinaveke kiret e. Guh bide mereki dema dibeje: xaniye min, otomobila min, jina min, tivinga min, kere min, pelava min. Guh bide van hemu "min" en tehl çiqasi be çej in. Hey du hezar tif li ve "min"e bibare. Eger mer bizanin çiqasi bi ve "min" e sivik dibin, beguman we diji we protesto bikin u xwepeşandanan lidar bixin, we cade u kolan pir bibin bi meren hersbuyi u we panel u civin saz bikirana da ku bikarin ve "min" e ji ziman rakin. Mina mereki werimi be durxistin. Dibe ku deh milyon kes daxwaz ji "Akademiya Kurdi" u navenda paqijkirina ziman bikin ve "min" e ji nav bibin. Wek paşayeki sitemkar, jineke dawpis dermanxwari bikin, hemu bi yek dengi biqirin ve "min" e ziman tek daye u bila nemine, bila hilweşe... |