Xeleka Xeyalen Be Ezman
ISBN 9786257085403
Yayınevi Na Yayınları
Yazarlar Gula Almaste (author)
Kitap Tanıtımı “Dengê pê re diaxivî, bi qijeqij bû, wek kemaneke bêakord bi rexneyan ser û guh lê dirûçikand. Dixeniqî… Gavbigav di hinavê xwe de dikizkizî. Paşê ew kizîn li gewrîyê asê dibû, du qirçîna ewr û ezmanê hestiyar, wê ba­rana di kortikan de digewimî bi xwişînî pêşî lê berdida. Hêsirên wê, ew dilopên kirîstal, biriqandin li xwe wenda kiribûn. Di­şibîyan çilkên ji cihokan bipekin.”   Ne ji kurdeke jin,  ji jineke kurd. Romaneke bêefsûn, bi relalîzma realîst, bi kurdîyeke bi kurdî. Sereleheng: Tu kî bixwazî bila ew be. Cih: Tu kîjan derê bixwazî ew der e. Dem: Li benda te namîne, tu jî li bendê nemîne. Mijar: Bajarekî bi mij e, ger  bixwazî bimije, ger bixwazî bikuje. Tevneke kevn e roman; her dem li rêyekê û li rûyekî digere.   (Tanıtım Bülteninden)  )