Payîzokine Çavşil Ji Dilê Xewnê
ISBN 9786054497775
Yayınevi Lis Basın Yayın
Yazarlar Bêwar Brahîm (author)
Kitap Tanıtımı "Gilokên xwînehêsirê dîsa ji nav erzêla bijangên raketî wekî baraneke bêpejn barîyan." Pêşî Welat xewn e; Azadîya welêt jî payîzok û nehwirandineke dilveker e. Paşê Welat dibe rastî; lê Azadî her û her baskokirî dimîne. Di Payîzokine Çavşil Ji Dilê Xewnê de, romannivîs vê rastîya jehrdar a Kurdan berbiçav dike. Bûyerên romanê ku li parçeyê Azad ê welêt rû didin, rewşa civakî, sîyasî, aborî û helbet derûnî ya gelê Kurd li wî parçeyî dadihûrîne û şirove dike. Welatê ku Bêxwedîyek nema û bazara xwe lê nebirî; îroj Xwedîyek nema û şûrê xwe li bejna wî neceriband. Romannivîs bi çavên keçeke Kurd a ku li derveyî welêt rabûye, kitekitên jîyana qidûmşikestî û axîna nixumndî, jan bi jan û kul bi kul li ber çavan radixîne. Romaneke ku hem qîrînk e hem guwahîyek e: Guwahînameyek di der barê hemû şikestin û kêmasîyên azadîya ku çavên me li ser rêya wê qerimîn. Geh li ser jina ku ew û mafên xwe ji hev û du xeyidîne, geh li ser keysbazên ku xwe avêtiye dawa Neyarên duh û Yarên îroj û geh li ser bextreşîya Cangorîyên duh û Jibîrbûyîyên îroj.