Payiza Dereng
ISBN 9786059082037
Yayınevi Avesta Yayınları
Yazarlar Firat Ceweri (author)
Kitap Tanıtımı Çapa nû ya "Payiza Dereng" derket Çapa duyemîn a romana Firat Cewerî "Payiza dereng" di nav weşanên Avesta de derket "Me dev ji bajarê xwe yê ewçend xweş berdida, me dev ji malbatên xwe û hevalên xwe berdidan û payiza dereng, em di bin baraneke hûr de ketibûn ser riya welatê xerîbiyê..." Romana Cewerî rewş û jiyana nivşekî bi kirasekî edebî radigihîne nivşekî din. -Behçet Çelik, Kovara Virgül- Di cîhana nivîskariya kurdî de yên ku dinivîsînin ne hindik in, lê bi tenê hinek ji wan cihê xwe di dil û mêjiyên xelkê de çêdikin, şop û cihê destxetên wan weha bi hêsanî ji ser rûberê kultura netewî û mirovatiyê nayê şuştin; Firat Cewerî yek ji wan kesan e... Girîngiya Firat Cewerî ne di wê yekê de ye ku bi tenê dinivîsîne, belkî di wê yekê de ye, kanî ew çawan û çi dinivîsîne, kengî û ji bo kê dinivîsîne... -Abdulla Peşêw, Kovara Esmer-