Parisabad
ISBN 9786055585341
Yayınevi Avesta Yayınları
Yazarlar Fawaz Husen (author)
Kitap Tanıtımı Kitêba Fawaz Husên a bi navê Parîsabad di nav weşanên Avesta de derket. Di Parîsabadê de, di van kurteçîrokan de ku mirov dikare wan wek beşên romaneke hevgirtî bixwîne, Fawaz Husên li ser mijara derbideriyê, li Ewropayê û bi taybetî li ser Parîsê, dinivîse. Di destexaniyê xwe de, li qata heftan, li bajarê Parîsê, bîranînên min wek libên tizbiyek kehreban di destê deqandî yê kalemêrekî de didin dû hev. Li Porte des Lilasê, ez hem hespekî textînî me, hem jî ew lawikê ku lê siwar bûye. Ji bîst û pênc salan ve ku ez ji deşta Mêrdînê dûr ketime, ez bawer dikim ku hespê min bi çargavî dinyayê li bin guhê hev dixîne, lê ew bi rastî di cîhê xwe de dimîne û di defa sînga Amûdê de diçe xwarê. Ez bawer dikim ku ez li Parîsê me, li paytextê Fransayê me, lê ez hema erd û zeviyên gundê Kurdoyê dipîvim û xwe ji serê girê wî digindirînim. Erê ez li kêleka çemê Seinê dijîm, û ji do êvarê de pir diçelmisim, lê ez bi roj û şevan dikevim çemê zaroktiya xwe û ez di hembêza bavê xwe de ajne û sobahiyê dikim. Fawaz Husên Li gundekî ji derdora Amûdê hatiye dinyayê. Ew li Amûdê mezin dibe û xwendina xwe ya seretayî, amadeyî û navîn lê dixwîne. Paşê, ew beşê edebiyata fransî li zanîngeha Helebê hildibijêre. Di sala 1978an de, ew digihêje Parîsê û li Sorbonnê xwendina xwe ya bilind di sala 1988an de diqedîne û dibe doktorê ziman û wêjeya fransî. Fawaz Husên anuha mamosteyê zimanê fransî ye li wezareta perwerdekirinê, li şaredariya Parîsê û li zanîngeha Sorbonnê. Ew endamê rêxistina nivîskarên Fransayê ye û hem bi fransî, hem bi kurdî dinivîse. Parîsabad berhema wî ya nehan e ku bi yekî ji van herdu zimanan çap dibe. Di Parîsabadê de, di van kurteçîrokan de ku mirov dikare wan wek beşên romaneke hevgirtî bixwîne, Fawaz Husên li ser mijara derbideriyê, li Ewropayê û bi taybetî li ser Parîsê, dinivîse.