Meriven Reben
ISBN 9786052246931
Yayınevi Avesta Yayınları
Yazarlar Yayınevi: Avesta Yayınları (author)
Kitap Tanıtımı Di pêşgotina kitêbê de Hesenê Metê dibêje: 'Dostoyevskî yekemîn nivîskarê êş û azara jiyanê ye. Hunermend psîkolog humanîst û dilovan... bi van nexşan yekî nola wî nehatiye û ne jî çûye. Bi xwe jiyaneke tahl xizan bi êş û nexweşî buhurandiye. Erd û asîman cin û perî çêyî û xirabî di jiyan û berhemên wî de li hev dipiçikin û hevdu dihûnin. Gelek rexnegir û lêkolîneran li ser Dostoyevskî pir û pir tişt gotine û nivîsandine. Ji van tiştan gelekî wan ji hev dûr û gelekî wan jî nêzîkî hev in. Ji ber vê yekê ez ne bawer im ku bi nîgareke din û yeke din û yeke din jî meriv bikanibe ruh raman û felsefeya wî bidine famkirin. Û ne dûrî aqilan e ku em bibêjin: Dostoyevskî bi xwe jî nîgara êvîn û oldariya xwe dilovaniya ruhê xwe kurahiya felsefeya xwe nexş û hûnandina hunermendiya xwe bi lêv nekiriye û nikanibûye bike. Dibe ku ev ji bo wî jî gelekî dijwar bûye. Dostoyevskî bi xwendinê tê famkirinê lê dijwar e ku were katkirin.'  )