Kitap Tanıtımı |
Dîwana Ce'ferquliyê Zengelî bi navê Le Xakê Xurasanê bi alfabeya latînî çap bû. Dîwan ji aliyê Mehdî Jafarzadeh û Mehmed Salih Bedirxan ve hatiye amadekirin.Ce'ferquliyê Zengelî ku yek ji şaîrê klasik ê Xorasan e di sala 1799annde li Qûçanê hatiye dinyayê û temenê xwe li wir derbas kiriye. Ne qet'î jî be derdora sala 1894an koça dawiyê kiriye. Ce'ferqulî li gelek herêmên Îranê, Turkmenistanê geriyaye û di helbestên xwe de navê wan herêman jî hilaniye. Bi tirkî, farisî û erebî jî helbest nivîsandine. Di qesîde û xezelên xwe de cîh daye beytên farsî û tirkî. Li gor lêkolînerên Xorasanê Zengelî weke hocanın serdema xwe bêyî xwendin û nivîsandinê fêrî gotina helbestan bûye.Lêvnazik pistedehan zimanê te engebînWe husnê te tunîni le Xeta Çîn û MaçînBedensîm kirasherîr le xwa kir çeka sengînNavê 'işqê tu megir cîgerê min meke xwînSîngê te baxê Irem we xwa guleke rengînJe 'işqê te le min bû dunya qaf û fê û sînWe xwa tutiya xezelxan bejnê te nexlê 'er'er
Ez ji vê pirtûkê pir bihêvî me û dilniya me weşandina dîwana Ce'ferqulî, têkiliya navbera Kurdistana mezin û kurdên xerîb ênXorasanê zêdetir bike û bibe destpêka hevnasîneke ciddî, herwiha bibe sedema geş û xweştirbûna çand û ziman û wêjeya kurdî.Elîreza Spahîlayîn (Kawa Zêdî) |