Kitap Tanıtımı |
Pirtûka Kurdistanbûl a helbestan ji alî Şivan Zeren ve hatiye nivîsandin. Li Gor hevpeyvîneke wî; Şivan Zeren, ciwanekî ku li Stenbolê çêbûye û mezin bûye. Heta dibistana amadehî jî bi tirkî nizanîbûye û piştî salên 90'î ku koçberên Kurdistana Bakur diçin taxa wan, ew jî dikeve nakokiyekê û li kesayetiya xwe digere. Pê re jî hînî kurdî dibe û lêkolînên Kurdên ku hatine Stenbolê dike. Ev helbestên vê pirtûkê jî wê demê derdikevin holê. Bi evîna Qûleya Qîzan û Galatayê re kurdên dîrokî, yên barkêş û karker dikevin nava keftûlefta Stenbolê û di "Kurdistanbûl'ê cîh digirin.
Li Emînoniyê. Li ber qeraxê behrê
Li kêleka kelekên masîfiroşan
Di nêv xirecira jiyanê de
Simîtfiroşekî Qersî
Ji bîr ve çûye...
Zêhna wî weke sînemayeke erzan
Ku ji bajarê xwe bi kûrtajê ji ber çûye
Her heman fîlmê dileyzîne
Li paş fonê, tîqetîqa kenê kurê wî Baran
Û bêhna misk'emberî ya jina wî
Û li ser perdê xeyalên keskesor
Weke bayên dilkoçer
Destê xwe jê re kil dikin her |