Kitap Tanıtımı |
Di Keleha Spi de, Pamuk bi niviskariya xwe ya geş di romana xwe de bi saya du kesen di seri de bi erdnigariyi, bi çandi, bi zimani, bi kurtasi bi her awayi berekse hev, xwineran dikişine nava dolanen serdema Osmaniyan, hişe Rojhilat u Rojava. Di sedsala 17'an de, yeki Venediki ji aliye keleşen deryaye yen Tirk ve dil te girtin, wi digirin tinin Stenbola paytext. Di ve serdeme de welate Osmaniyan di waren zaniste u medeni de nisbet bi welaten Rojava di peş de nine, le disa ji kesin hene ku bala wan li geşedanan e, an ji hewl didin hini tiştine nu bibin. Dile Venediki li stenbole weki kole difiroşine seydayeki bi vi rengi mereqdar e ku ji civata Sereya Osmani ye. Di nava pelen bedew en romane re xwiner hadi hadi dibine ku ye kole u ev seydaye ku xwediye wi ye geleki dişibin hev. Edi heta dawiya romane ev her du kes li xaniyeki li rasere Xelice bi her awayi hev u du kaş u berkaş dikin da ku hev u du nas bikin, Ji hev fem bikin. Dembiherken her duyan xwe disperin çirok u serbihuriyen wan u heta dawiya romane berdewam dibin. Heta ku Pamuk bi bergeheke bi lirizmeke kur hunayi romane kuta dike u ji seri heta dawiye, di nav re xwineran bi hevdijiya hevaheng a du ber milen cihane bi hostatiyeke bilind dide hesandin, ve pirse dide pirskirin. "ez bo çi ez im?"
Tevi kutayiyeke bi vi rengi ya ku keliyeke Keleha Spi dike hemu dema romane bi xwe u reya xwineran dibe ser wejeya berra:
"Di hundire seniya sedefkiri ya lisa ser maseyeke de xox u gelaz hebun, sedreke ziluk hebu li pişt maseye, balhegen periki yen di renge çarçoveya kesk a pencereye de li ser danibun; ez, ku emire min gihabu hefteyi, li we dere runişti bum; hin ji pa're bireke ku çivikeke xwe danibu keviya we u daren zeytun u gelazan dari çaven wi dibun. Helekaneke ku bi qetiken direj bi şaxeki bilind e dara güzan a li navbera wan hatibu giredan, li ber bayeki hema ew qeder hebu, hedi hedi diliviya." |