Hesretdefter; Pirtükxaneya Ehmede Xani 22
ISBN 9786058152106
Yayınevi Lis Basın Yayın
Yazarlar Ferike Usiv (author)
Kitap Tanıtımı Şairê gewre Fêrîkê Ûsiv, di Hesretdefterê de bi zimanê xwe ê herikbar, lîrîzma xwe a ji xwezaya welatê xwe standiye û bi vegotina xwe a sade û ji dil behsa xwe û rabirdûya xweş dike û ciwanî, hez û hubê bi bîr tîne. Behsa civat û cimaeta xwe û rabûn û rûniştina wan dike. Bi her şi'ra xwe jîyanê û hêza me a hezkirinê gurtir û tîrtir dike. Destana Rihana Reso û Hisret, kurteromanên derheqa jîyana cimaeta Fêrik e, ku ew wan rojên xweş û geş bi bîr tîne û hisreta wan rojan dikişîne. Fêrîk li gel van vegotinên bi keser behsa jîyana niha a kaltîya xwe dike û wekî psîkologekî ruh û gîyan û taswas û metirsîya kalekî ji me re vedibêje; Wextê ez bûbûm bîst û pênc salî, Min ji kêfa dil digot: Ez kal im... Naha pêncî me, dibêjin: Kal î... Ez dixeyîdim, ji dil dinalim. Payîza emir ha hucûm dike, Derp-derp lê dide, bê qudûm dike. Em heyr-hisreta per û baska bûn, Niha linga jî me merûm dike...