Dîwan Melayê Cizîrî
ISBN 9786058279080
Yayınevi Avesta Yayınları
Yazarlar Emin Narozi (author)
Kitap Tanıtımı Şahîkaya edebiyata kurdî, Dîwana Melayê Cizîrî ji nû ve bi tîpên latînî, di nav weşanên Avestayê de çap bû. Kitêb ji aliyê Emîn Narozî ve hatiye amadekirin. Ev edisyona dîwanê, ji bo xwendevanê Cizîrî rêberek e, ji ber ku bi hemû çapên girîng re hatiye muqayesekirin û wekî not li eynî rûpelê hatiye nivîsandin. Emîn Narozî, di pêşgotina kitêbê de balê dikişîne ser van xalan: Ji ber ku dilê min dixwest û min diva herkes Melayê Cizîrî û hunerê wî yê honraweyî ku li gorî min rewanbêjtirîn û suxenwertirînê serdema xwe bûye, fêhm bike û qenc bibîne ka vî ustadê mezin honan û ristina suxenê/gotinê çawa bi zimanê kurdî bi taybetî jî zaravayê kurmancî bi bilindtirîn û rêkûpêktirîn xwedristiyê bi kar aniye. Çendî ku Zivingî Dîwana wî hempayê ya Ibn el-Farid, Hafizê Şîrazî, Fizûlî û Camî dibîne jî, lê bi rastî li gor şert û mercên xwe li bal min ew hê di ser wan re ye jî, herweke ku ew bi xwe jî bi van risteyên jêrîn vê yekê qewî û xurt dike: Her ji ber vî sedemî jî min ji mêj ve dixwest yan Dîwana wî rave bikim yan jî ji nav yên weşandî bi rêkûpêktirîn raveya wê ku ya Zivingî ye wergerînim kurdî û zaravayê kurmancî.