Dinya Delal; Pirtükxaneya Ehmede Xani 23
ISBN 9786054497560
Yayınevi Lis Basın Yayın
Yazarlar Ferike Usiv (author)
Kitap Tanıtımı Şairê gewre ê Kurmancîyê Fêrîkê Ûsiv, wekî dîwanên xwe ên berî niha, di vê dîwanê de jî bi zimanê xwe yî herikbar, bi lîrîzma xwe a nebûye qismetê gelek kesan, di derheqa xweza, cimaet, zanîn, adet û toreya Kurdî de şi'rên hêja lê kirine. Fêrîkê Ûsiv, deng, reng û bêhna peyva Kurmancîyê wekî bayê sihara sibeyê xas, hênik û arambexş raberî dile xwendevanan dike. Bi her şi'reke wî hêz û şîyana me qewîtir, girêdana me a xak û jîyanê xurttir dibe. Dinya Delal, elbûmeke ji pêjnkarî, raman, hestyarî û hez û huba Fêrîk a derheqa şairên berî wî, a xwezayê, a heywanat û a hesreta dinyayeke aş û bi bereket e. Wekî çawa behsa vê dinyaya derewîn û ruh dike; Dinya, tu çi qas delal î, Êvar û berbangê safî va, Bi erş û ezmanê xik-xalî, Bi mêrg û çîmanê avî va... Texmîna min, mîna kilamê, Ruh dijî, ji can der dimîne... Texmîna min Rebê alemê Haqa jî bê îsaf nîn e...