Çavkani; Pirtükxaneya Ehmede Xani 19
ISBN 9786058152144
Yayınevi Lis Basın Yayın
Yazarlar Ferike Usiv (author)
Kitap Tanıtımı Çavkanî pirtûka yekem a Fêrîkê Ûsiv e ku ev pirtûk bi zarekî herikbar, kubar û mişt ji rabûn û rûniştin û toreya Kurdî av vexwarî pêk tê. Deng û reng û bîna xwezaya wetenê xwe wekî şekirê di nava çayê de têkel kiriye û wekî karxezalekê raberî me dike. Em di vê dîwanê de li gelek taybetîyên Fêrîk rast tên ku di pirtûkên din de wê bibe palpişta hostayîya wî a li şi'rê. Gotin û vegotina ji deryaya dengbêjîya Kurmancî av vexwarî û lîrîzma ji kana siruşta welatê wî derbûyî hê di serî de pireke zexm di navbera xwe û xwendevanan de ava dike: Gundê Pampê dawet gendî, Ez lê teglîf, ez lê xwendî. Di nav koma qewm û biran, Min wergirtiye xemla giran. Li bejna min çuxê Kurda, Kembera zîv qayîş ser da. Li ser pişta kihêl Pêgas, Xweş hêl dibim ber bi Parnas.