Kitap Tanıtımı |
Ev çarînên ku niha bi navê Çarîn, Ji ÇEm Bi Derya wek kitêb hatine weşandin, cara ewil ji Gulana 1993yan, heta îlona 1996an di hejmarên 8 heta 48ên kovara Nûbihar de û di bin navê Nuqurç de weşiyabûn. Navê nivîskarê wan, wê demê wek Mela Qasim di kovarê de cih girtibû; ku Mela Qasim, navê mustear ê Sabah Kara bû. Bi navê xwe yê wê demê Nuqurç, gellek bala xwendevanan kişandin û zehf hatine ecibandıin. Em bawerin ku berhevkirina van çarînan di kitêbeke weha de, wê hê zêdetir bala xwendevanan bikşîne. |