Bira Birine
ISBN 9786055585280
Yayınevi Avesta Yayınları
Yazarlar Fatma Savcı (author)
Kitap Tanıtımı Kitêba nû a Fatma Savci "Bîra Birînê" di nav weşanên Avestayê de derket. "Bîra Birînê" di nav Koleksiyona Şahmaran de cî girtiye. Şahmaran ji berhemên edebî ên jinên kurd pêk tê û heta niha di vê rêzê de 18 kitêb çap bûne. Mijar û bacgrounda şi'rên di "Bîra Birînê" de bi giştî Heskîf e. Beşek ji şi'ra "Çemê xewnê". Gere te ji bîr nekiribaya ku em ê li her derê xerîb bin. xem nake. belkî em di xewna şevê de li biharekê liqayî siwariyê berê werin ew çîrokên li dûr xeyalên kûr bikin paşila me... piştî siwariyan genim bide newqa me, em milek şoqila çûkan bidin hev beybûn li cil û rûyê me vedin... ji destên te, bîna kevzê tê, tu ji kîjan çemê xewnê tê dîsa? em bi dîtina siwariyan ser xwe ve herin, di neynika ku kirine destê me de, li xeyalên xwe yên zarok binêrin, ji kêfa bibetilin û li ber gola miradan di sînga zarokatiya hev de di ber nêrgizan re di xew re herin...