Kitap Tanıtımı |
Babo jiyar. Dayka te, kiçol û hejar
Mane bi rê ve. Bawer nakem em bibînîn Ji evro pê ve.
Ez nizanim! Caşa girtin. Gurga xwarin. Avê birin,
Yan goristana hingaftin.
Bes bike girî.
Bes bêje min:Ka dayka min. Ev çend e şîr nedaye min?
Ha çi nema em dê gehîne çiyayê şirînê
Zom û bayêt feraşînê
Derbeder li wêrê di mişe ne
Paşî şîr nabîtin xem e
Bes bêje min: babo sar e
Sireka dijwar û har e
Bes bike girî
Ew saçima serê min birî Min nakûjit
Devî veke
Xwîna ji serê min dipeşîtin hêdî fir ke
Jê netirse Eve şîrê spî ye sor bûyî |