Antigoni
ISBN 9786257253178
Yayınevi Avesta Yayınları
Yazarlar Yayınevi: Avesta Yayınları (author)
Kitap Tanıtımı “Te xêr e? Xuya ye derdekî te heye, ka bêje!” “Erê, qey tu nizanî Kreon ferman daye ku ji herdu birayên me yekî bispêrin axê û yê din nespêrin. Weku dibêjin, Eteoklîs bi dadwerî, li gor rê û resmê olî bi nirxên şahdetiya ku şehîdan dikevin binax kiriye da ku birûmetî û serbilindî here welatê miriyan. Lê ferman daye ku tu kes termê Polînîkîsî ku bi birînên xedar bêcan mayî nesipêre axê û jê re şînê negire! Mîna kelaxekî mirdar ser rûyê erdê bêgor bimîne, bibe nûşî canê teyr û tûrên, seg û gurên dirinde ku çavbirçî û har ji sibê heya êvarî li xwarinê digerin.” Axaftina navbera du xwişkan, Ismînî dipirse û Antîgonî dilê xwe vedike. Ev tragedyaya ku 2500 sal berê li Yewnana Antîk hatiye nivîsandin, vêga li Kurdistanê, welatê miriyên bêserûşûn konê xwe vedide. Kurdiya Antîgonî îthaf e ji Dayikên Şemiyê û wan miriyên bêkêl û gor re...   (Tanıtım Bülteninden)  )